Li Îranê herî kêm 466 kes ji ber înternetê hatin binçavkirin

Rayedarên Îranê diyar kirin ku di pêvajoya şer a welêt de bi îdîaya "hewl dan tevlîheviyê bikin" a li ser înternetê 466 kes hatin binçavkirin.

Li gorî ajansa IRNA'yê ragihand ku bi îdîaya di ser înternetê re gewl dane bêaramiyê belav bikin, 466 kes hatin binçavkirin. Hate îdîakirin ku kesên navborî hewl dan panîkê û bêaramiyê bixin nava raya giştî.

Di daxuyaniya polîsên Îranê de hate ragihandin ku kesên hatin binçavkirin bi îdîaya "Tirs xistin nava civakê, fikar belav kir, propaganda kir û ji bo dijmin xebitî" hatin binçavkirin. Lê belê li ser berfirehiya sûcdariyan, cihê binçavkirinê û dema wan agahî nehate dayin.

ÎNTERNET 25 ROJ IN HATIYE BIRÎN

Înterneta li Îranê ji roja destpêkê ya şer, ji 28'ê Sibatê û vir ve di asteke zêde de hatiye birîn.

NetBlockhê diyar kir ku birîna înternetê gihîştiye roja 25'an û yek ji birîna înternetê ya herî demdirêj a li Îranê ye.

Nêzî mehek e tenê çend rayedar digihêjin înterneta global, bikarhênerên din jî hewl didin bi rêya VPN an jî termînalên Starlinkê yên qedexekirî têkiliyê bi înternetê re dînin. Bikaranîna van rêyan jî bi cezayê girtîgehê tê cezakirin.